Şanda Îmraliyê: Ocalan bizavê ji bo lihevkirina bi Enqereyê re dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) careke din serdana Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan li Îmraliyê kir.

Sirî Sureya Onder û Perwîn Buldan ji Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) wekî hêza sêyê ya Perlemana Tirkiyeyê ragehand ku, duhî (Çarşem, 22.01.2025) serdana Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan kiriye.

Endamên Şanda Dem Partiyê herwesa got, “Bizavên Ocalan ji bo biserxistina piroseya aştiyê berdewam in. Her dema bizav gehiştin armanca xwe, em dê ragehandinekê di wî warî de parve bikin.”

Sirî Sureya Onder û Perwîn Buldan amaje jî da, “Piroseya aştiyê wesa dike ku hemî gelên Tirkiyeyê bi hev re bijîn.”