300 rêkxistinên nû li Kurdistanê hatine tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Fermangeha Rêkxistinên Nehikûmî yên Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê bi rêkxistinên navxweyî yên Silêmaniyê re civiya û pê re danûstandin li ser hin arêşeyan kirin.
Serokê Fermangeha Rêkxistinên Nehikûmî yên Herêma Kurdistanê Felah Hesen îro (Pêncşem, 23.01.2025) bi rêkxistinên navxweyî yên Silêmaniyê re civiya û di konferanseke rojnamevanî de behsa wê yekê kir ku, bi wan rêkxistinan re danûstandin li ser wan arêşeyan kiriye yên ku li wê deverê tûş dibin.
Serokê Fermangeha Rêkxistinên Nehikûmî yên Herêma Kurdistanê di derheqa amara rêkxistinan li Herêma Kurdistanê de ragehand, “Par şeş rêkxistinan destûriya xwe nû kiriye, di ser 300 rêkxistinên nû de jî hatine tomarkirin.”
Felah Hesen di wê konferansa rojnamevanî de herwesa got ku, ew bi zêdetirî 250 rêkxistinên navxweyî yên Silêmanî û Helebce û Îdareya Germiyanê û Îdareya Raperînê re civiyane, ji bo haydarbûn û guhdarîkirina wan arêşeyan ên ku ew rêkxistin li wan deveran rû bi rû dibin, ku bikarin di çarekirina wan arêşeyan de alîkar bin.