Birêveberê Kargêrî yê Çiyayê Korekî: Rojên Înê zêdetirî çar hezar geştyaran serdana me dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Tevî barîna befreke zêde li çiya û deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê, welatî û geştyar bi merema derbazkirina demeke xweş serdana wan deveran dikin.

Yek ji wan çiyayên Herêma Kurdistanê, ku herdem befreke zêde lê dibare, çiyayê Korekî li sinorê Îdareya Serbixwe ya Soranê ye.

Birêveberê Kargêrî yê Çiyayê Korekî Hisên Elî îro (În, 24.01.2025) ji Malpera K24ê re got, “Her sal bi barîna befrê re, gelek geştyar serdana çiyayê Korekî dikin ku bi befrê dapoşiye, xasma jî li dawiya heftiyê û di helkeftinan de.”

Hisên Elî herwesa got, “Li çiyayê Korekî 132 xaniyên geştyarî û hotel hene ku 64 ode hene, lê ji ber hatina hejmareke zêde ya geştyaran berdewam cih namîne, xasma di rojên Înî de zêdetirî çar hezar geştyaran serdana me dikin û demeke xweş derbaz dikin.”

Li Herêma Kurdistanê hejmareke zêde ya çiyayan heye û ev çend sal in ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar li ser dike, ji bo ku ji aliyê geştyarî ve feyde jê bê wergirtin.