Pêleke nû ya berfê li Mûş, Erzirom û Êlihê barî

Navenda Nûçeyan (K24) – Her çend li gor  salên borî kêm be jî, pêleke nû ya befirbarînê parêzgehên Mûş, Erzirom û Êlihê yên bakurê Kurdistanê vegirtiye. Ji ber berfê rêyên nêzîkî sed gundan hatine girtin. 

Pêleke nû ya berfbarînê parêzgehên Mûş, Batman, Erzirom û Erdexanê vegirtiye. Li Mûşê rêyên 15 gundan, li navçeyên Sason û Hezo yên Batmanê jî rêyên zêdetirî 70 gundan ji ber berfê hatine girtin. 

Bihurka navbera Erzirom û navçeya Tekmanê ku 2885 metre bilinde, ji ber berfê hate girtin. 

Berf li navenda Mûşê jî barî. Welatiyên ku berfa li pêş dikanên xwe û ser otombêlên xwe paqij dikin, bi hatine berfê re dilxweşin. Dibêjin her çend li navenda bajar bo wan astengî dirust bike jî, bo ajeldarî û cotyaî barîna berfê jiyanî ye.

Welatî dibêjin wan çaverêya berfê dikir, lê îsal hinek dereng ketiye û kêm bariye. Welatî barîna berfê di heman demê de wek paqijbûna hewa û siruştê dibînin û bi başî pêşwazî dikin.

Berpirsên keşnasiyê hişyariyê didin welatiyan ku xwe ji aşût û rewşên dijwar yên berfê biparêzin. 

Îsal li seranserê Kurdistanê metirsiya hişkesalî heye. Werzê payîzê baran kêm barî û berfa ku dihat çaverêkirin jî dereng ketiye.