Li Tirkiyeyê rêjeya firotina avahiyan bo biyaniyan ji sedî 32 kêm bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê di sala 2024an de, milyonek û 748 hezar xanî hatine firotin ku 23 hezar ji wan bo biyaniyan bûye û ev amar nîşan dide ku rêjeya firotina xaniyan bo biyan li gor sala 2023an ji sedî 32 kêm bûye. Avahîfiroş jî gazind ji kêmbûna bazara xwe dikin û di wê baweriyê de ne ku sedema sereke ya vê pirsgirêkê bihabûna awarte ya xaniyan e û hin rêkarên yasayî yên li pêşiya biyaniyan e. Avahîfiroşek dide zanîn ku bazara wan di nava salekê  de ji sedî 50 kêm bûye. 

Li gor amarên Saziya Amarên Tirkiyeyê TÛÎKê, rêjeya kirîna xaniyan ji aliyê biyaniyan ve di sala 2024ê de li gor sala pêştir ji sedî 32 kêm bûye. 

Ev rewş bandoreka xirab li ser bazara firotina xanî û avahiyan jî kiriye û nûnerekî vê kertê dide zanîn ku karê wî ji sedî 50 daketiye û sedema sereke ya vê pirsgirêkê bihabûna nirxê xaniyan e.

Avahîfiroş Sabrî Serîn: “Nirxê xaniyan 8-10 qat giran bû. Ev sedema herî diyar a kêmbûna kiryarên biyanî ye. Berî çend salan xaniyek ku 500 hezar lîre bû niha gihiştiye 6 milyonan. Dijayetîkirina biyaniyan jî sedemeke din e. Herwiha aboriya Tirkiyeyê û aloziyên wê yên siyasî jî bawerî nade biyaniyan. Lewma biyanî xwe kirîna xaniyan dûr digrin û berê xwe didin welatên Ewropî. Ev rewş karê mê jî têk daye û bazara me ji sedî 50 daketiye.”

Sala borî 23 hezar û 781 xanî bo biyaniyan hatine firotin ku ev pişk di nava hemû xaniyên li Tirkiyeyê hatine firotin de ji sedî 1.6 e. Herî zêde Rûsan paşê jî Îraniyan xanî kirine. Sala borî 4 hezar û 867 xanî ji Rûsan, du hezar 166 xanî jî ji Îraniyan re hatine firotin. 

Li gor avahîfiroşekî Îranî, kêmbûna nirxê tûmenê beramber dolarê Amerîkî sedemeka taybet a kêmbûna kiryarên Îranî ye. 

Avahîfiroş Salar Beîgî: “Niha dolarekî Amerîkî bûye 84 hezar tûmen. Heke Îraniyek bixwaze li Tirkiyeyê beramber mafê welatîbûnê xaniyek bikire, li gor yasayên Tirkiyeyê divê nirxê wê xaniyê jî herî kêm 400 hezar dolar be. 400 hezar dolar dike 33 milyar tûmen ku pereyek gelek zor e. Lewma ez di wê baweriyê de me hejmara Îraniyên ku li Tirkiyeyê xanî dikirin dê kêmtir bibe. Divê em jibîr nekin bi 400 hezar dolaran ji Îranê heta welatên Ewropî û Şengenê baştirîn xanî tê kirîn.”

Niha cihê meraqê ye piştî kêmbûna biyaniyên ku li Tirkiyeyê xanî dikirin, gelo dê xanî erzan bibin an na? Lê zehmet e ku di demekê de Banka Navendî ya Tirkiyeyê dest bi kêmkirina rêjeya sûdê kiriye xanî erzan bibin. Lewra tê çaverekirin xelk pereyên xwe ji bankan bikêşin û berê xwe bidin kirîna xanî û otomobîlan.