Herêma Kurdistanê bo enerjiya pakij bi cîhanê re pêngavên pêdivî avêtine

Navenda Nûçeyan (K24) - Îro Roja Cîhanî ya Enerjiya Pakij e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pêxemetî bidestxistina enerjiya pakij û çêkirina jîngeheke saxlem pêngavên pêdivî avêtine.
Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî li sala 2023ê roja 26ê Çileyê wekî Roja Cîhanî ya Enerjiya Pakij diyar kir. Armanca diyarkirina wê rojê hişyarkirina tevaya cîhanê ye ku ji berdana gazên bizirar dûr bikevin, û bi merema parastina jîngehê û planeta erdî, pêngavan ber bi enerjiya pakij ve biavêjin. Ji bo vê meremê jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek kar û pirojeyên giring kirine.
Di sala 2024ê de li tevaya cîhanê zêdetirî 40 milyar tonên gaza dwanoksîdê ji bo nav bergê hewayî yê erdî hatine berdan. Berdana gazên bizirar jî yek ji sedemên germbûna planeta erdî ye, bi awayekî ku niha planeta erdî bi rêjeya 1.3 pileyên silîzî germ bûye.
Drûşmê îsal yê Roja Cîhanî ya Enerjiya Pakij “Enerjiya pakij ji bo xelk û planeta erdî” ye. Armanca Neteweyên Yekgirtî ji diyarkirina wê rojê ew e tevaya cîhanê pal bide ku, ji berdana gazên bizirar dûr bikeve û pêngavan ber bi enerjiya pakij û nûbûyî ve biavêje. Tevî wê yekê jî, armanca wê ew e ku zanyaran û hşiyariya tevav li ser feyde û bandorên enerjiya pakij berçav bike. Di ser hemiyan re jî, armanca wê avêtina pêngavan ber bi enerjiya pakij ji bo parastina jîngehê ye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam rêkarên tund û pêdivî ji bo parastina jîngehê û avêtina pêngavan ber bi enerjiya pakij ve dane ber xwe.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema 5 salên borî de gelek karên giring kirine, wekî qedexekirina 150 milyon pêyên sêcarkî ji gaza bizirar, terxankirina 100 milyon dolaran ji bo berhemanîna enerjiya nûbûyî, dûrkeftina ji sotemeniyên berbelav û vemirandina zêdetirî 6 milyon metrên ducarkî yên agirî, zêdekirina rêjeya keskatî ji bo zêdetirî 20% û herwesa çêkirina kargehên rîsaykilîna qîrî bi awayekî ku ew kargeh dikarin her rojê du hezar tonên qîrî rîsaykilîn bikin.