Bi sponseriya K24ê Yekemîn Pêşangeha Tenduristiya Medico li Hewlêrê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi sponseriya Saziya Medyayî ya Kurdistanê, ji bo cara yekem Pêşangeha Tendirustî ya Medico bi diruşma “Pêşeroja Tenduristiya Xwe Bibîne” li Hewlêrê tê lidarxistin.

Biryar e ev mezintirîn pêşangeha tendirustiyê li Iraq û Kurdistanê, ji 5 heta 8ê Sibata 2025an li Hewlêrê birêve biçe.

Ev pêşangeh, derfeteke bêhempa dide ku mirov çavê xwe li paşeroja lênerîna tendirustî û saxlemiyê bide, ku ji aliyê kompaniya North Vision ve bi çavdêriya rasterast a Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê organîzekirin.

Koordînatorê Pêşangeha Tenduristiyê ya Medico Dr. Enas Hawar ji K24ê re got, ew pêşangeh balê dikişîne ser babetên tenduristiyê yên wekî wekî rola robotan di tenduristî û neştergeriyê de.

Da zanîn, zêdetirî 150 kompanyayên tenduristiyê yên navxweyî û navdewletî ji 20 welatên cuda beşdar dibin, di nav de 30 kompanyayên dermanan ên ji Hindistan, Urdin, Tirkiye, Îran, Îmarat, Amerîka, Hingariya, Portugal, Çîn û gelek welatên din hene.

Dr. Enes Hawar got: “Her du wezîrên tenduristiyê yên Kurdistanê û yên Iraqê, nûnerên konsulxane û rêxistinên navdewletî jî dê beşdarî pêşangehê bibin.”