Amerîka: Divê Sûriye nebe cihê teror û gefa li ser welatên cîran

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di du peywendiyên telefonî li gel heftayên xwe yên Tirkiye û Misrê de tekez kir, Divê Sûriye nebe cihê teror û gefa li ser welatên cîran.

Balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyeyê îro 27ê Çile li rûpela xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, Rubio di peywendiyeke telefonî de li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan tekez kir, divê proseyeke veguhêz a giştgîr li Sûriyeyê birêve biçe û giring e hikûmeta nû nehêle welat bibe jêderek ji terorîzma navdewletî re.

Balyozxaneya Amerîka di daxuyaniyek din de jî da zanîn, Marco Rubio di pêwendiyeke telefonê li gel hevtayê xwe yê Misrê Bedir Ebdulatî de, pêşhateyên li Sûriyeyê gotûbêj kirin û tekez kir ku divê Sûriye nebe cihê terorê û gefa li ser welatên cîran.

Piştî hilweşîna Rêjîma Beşar Esed, berpirsên Amerîkî tekez dikin, divê hemû pêkhate di proseya siyasî de beşdar bin û mafên wan parastî bin.