Baseke umrekarên Kurdistanê li Erebistana Siûdiyê rastî bûyereke trafîkê hat

Navenda Nûçeyan (K24) – Baseke umrekarên Herêma Kurdistanê şeva borî li Erebistana Siûdiyê rastî bûyerek trafîkê hat û di encamê de jinekê canê xwe jidest da û 25 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Fermangeha Hec û Umreyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Karwan Stûnî ji K24ê re ragihand: “Li gor amarên dawî ku îro gihîştine destê me, tenê jinekê canê xwe jidest daye û 25 kesên din jî birîndar bûne.

Stûnî got: ‘’Piştî temamkirina rêkarên pêwîst, dê termê kesa ku canê xwe jidest daye, bo Herêma Kurdistanê û malbata wê bê şandin.”

Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî Nebez Îsmaîl şeva borî ji K24ê re ragihandibû: Li bajarê Ererê yê Siûdiyê baseke umerkarên parêzgeha Silêmaniyê û kamyonekê li hev qelibîn, jinekê canê xwe jidest dabû û hejmarek kes jî birîndar bûbûn.”

 
Fly Erbil Advertisment