Berhemanîna kunciyan li Akrê sal bi sal zêde dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Bajarokê Akrê ji aliyê gelek berhemên çandiniyê ve, axa wê bi bereket û keşûhewaya wê jî ji bo çandiniyê guncayî ye, yek ji berhemên herî berhemdar e kuncî ye.
Rêveberê Çandiniyê yê Akrê Fazel Îbrahîm ji K24ê re ragihand: “Salane rûbereke berfireh bi kunciyan tê çandin. Di sala 2023an de li 413 donim erd hatibû çandin û berhem 72 ton bû, lê di sala 2024an de 852 donim erd zêde bû û berhem jî gihîşt 149 tonan.”
Fazel Îbrahîm got: “Piraniya zeviyên ku li her du deverên Girdesên û Dînartê ne bi kunciyan tê çandin, kunciyên ku tê berhemanîn, piraniya wê dibe tahîn û daxwaziya welatiyan li ser gelek e.
Rêveberê Çandiniyê yê Akrê da zanîn jî, li Akrê hejmareke mezin ji karxaneyên çêkirina tahînî hene û çêjeke wê ya taybet heye.