Hikûmeta Herêma Kurdistanê danûstandina bi pereyên dîjîtal qedexe kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku danûstandina bi diravên dîjîtal (krîpto) û danûstandina elektronîk a bi navê "Forex" qedexe bike û ferman da kompaniyên înternetê ku hemû van platforman blok bikin.
Li gorî nivîseke fermî ya wezaretê ku bi îmzeya Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Ano Cewher derketiye, daxwaz ji tevahiya kompaniyên dabînkerên xizmetguzariya înternetê hatiye kirin ku demildest hemû wan malper û platformên ku karê danûstandina elektronîk û diravên dîjîtal dikin, bidin girtin û blok bikin.
Ev biryara Wezareta Veguhestin û Gihandinê di çarçoveya cîbicîkirina rênimayên Banka Navendî ya Iraqê û li ser bingeha biryara Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran a meha Îlona îsal de hatiye dan, ku armanc jê rêgirtina li ber kar û çalakiyên kompaniyên Forexê ye li Herêma Kurdistanê.
Beriya vê gavê, di 9ê vê mehê de jî Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi geştaneke fermî Wezareta Navxwe raspartibû ku hemû kompanî û ofîsên bazirganî û danûstandina elektronîk demildest bên daxistin.
Di heman demê de hat tekezkirin ku ji bo rêgirtin li bazirganiya neyasayî ya diravan, her cure danûstandineke darayî bi diravên dîjîtal bi temamî hatiye qedexekirin.