Birîkarê Wezareta Pêşmerge: Alîkariyên hevpeymanan nehatine rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Birîkarê Wezareta Pêşmerge ragihand, proseya yekxistina hêzên Pêşmerge û alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî bo hêzên me berdewam e.

Birîkarê Wezîrê Pêşmerge Ebdulxaliq Babîrî îro 30î Çila di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, proseya yekxistina hêzên Pêşmerge bilez didome. Heta meha Adara îsal, hêzên 70 û 80 dê bikevin bin kontrola Wezareta Pêşmerge û heta niha jî 6 firq hatine birêxistinkirin.”

Babîrî got jî: “Li gorî plana Hevpeymanan, divê heta sala 2026’an hêzên Pêşmerge bên yekkirin û em pêşbînî dikin ku ji wê demê zûtir ev prose bi dawî bibe.”

Herwaha got: “Heya niha ti biryarek nîne hêzên Zêrevanî bikeve bin desthilata Wezareta Pêşmerge, ji ber ku karê wan cuda ye û girêdayî Wezareta Navxwe ne.”

Babîrî got: “Alîkariya hevpeymanan berdewam e û ti biryarek derbarê rawestandina alîkariyên hevpeymanan bo Pêşmerge negihîştiye me.”

 
 
Fly Erbil Advertisment