Rojhilatê Kurdistanê.. ji ber teqîna gaza malan çar kes bûne qurbanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gundekî sinorê bajarkê Nexedeyê yê parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, ji ber şewateke gaza malan, teqînek çê bû û du kes mirin û çar kesên din jî birîndar bûn.

Birêveberê Hawarhatina Bajarkê Nexedeyê Emîr Axa Elî Nejad ji ajansa IRNAyê re ragehand, “Ji ber dêrandina gazê di nav xaniyekî de li gundê Masuweyê, îro (Pêncşem, 30.01.2025) teqînek çê bû û mêrek û jinek mirin, ku her du endamên malbatekê ne.”

Birêveberê Hawarhatina Bajarkê Nexedeyê herwesa amaje da, “Her ji ber vê rûdanê, çar kesên din ên wê malbatê bi giranî birîndar bûne û ji bo nexweşxaneya Nexedeyê hatine veguhastin.”