Firoşyarên otomobîlan: Bazara Otomobîlan li Stenbolê rawestiyaye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê ji alîkî ve bilindbûna rêjeyên sûdê û kirêdiyan, ji alîkî din ve jî lawazbûna hêza kirînê ya welatiyan û bac û xercên giran ên li ser otomobîlan bazara firoşyarên otomobîlan rawestandiye û hejmareke berçav a firoşyar dawî bi karê xwe tînin. Firoşyarek eşkere dike ku ji salek zêdetir e ku karê wan rawestiyaye û wan çi hêvî ji sala bê jî nemaye.
Qeyrana aboriyê ya Tirkiyeyê wekî piraniya kertên diyar ên wekî cilûbergan û binesaziyê bazara otomobîlan jî rawestandiye. Li Îstoç ku yek ji navendên herî diyar a kirîn û firotina otomobîlan a Stenbolê ye, ev salek û nîv e çi liv û tevgereka bazarê li vir nemaye.
Firoşyar hem ji qezencên xwe yên sala borî bigazind in hem jî çi hevîyek ji sala 2025ê nakin. Li gor wan sedema sereke ya rawestana karê wan bilindbûna rêjeyên sûdê ye.
Firoşyarê otomobîlan Bayram Delî: “Ev salek û nîv e, bazara otomobîlan rawestiyeye û sedema sereke ya vê rawestanê jî ji ber qeyrana aborî ye. Herwiha xercên otomobîlan jî zêde ye. Dema welatî otomobîl dikirin salane ji 70 heta 100 hezar lîre xerc û bac didin. Lewma ji sala 2025ê me çi hêvî niye. Ji ber ku rewşa aboriyê baş xuya nake û ev jî me reşbîn dike.”
Li Tirkiyeyê erzantirîn otomobîla destê yek neh sed hezar lîre ango 25 hezar dolar e lê zêdetir ji nîvê nirxê wê bac li ser e. Piştî kirînê xerc û bacên salane ya li ser otomobîlan jî nêzikê 100 hezaran lîreyan li xwe digre û ev bihabûn jî sedemeka din a rawestana bazarê ye.
Welatî Metîn Keleş: “Di vê bihatiyê, di vê rewşa xirab a aboriyê de otomobîl nayê kirîn. Em du qurîş berhev dikin, dewlet jî du qurîşan li ser zêde dike û ev jî me ji kirîna otomobîlan dûr dixe. Jixwe hêza kirînê ya welatiyan nemaye û dema bac û xerc jî zêde dibin em nikarin otomobîl bikirin. Îro otomobîlek 500 hezarî bûye milyonek. Pareya me jî têra vê nake. Di demekê de ku min pêwîstiyeke zêde heye, lê nikarim bikirim.”
Ji ber rawestana bazara otomobîlan, hejmareke firoşyaran dawî bi karê xwe anîne. Heke rêjeyên sûdê û kirêdiyan berdewam bilind be, bac û xercên li ser kirîna otomobîlan neyê kêmkirin, metirsÎ heye ku zêdetir firoşyar dawî bi karê xwe bînin.