Firaksiyona PDKê: Dengdana li ser edilandina budceyê bo xelkê Kurdistanê destkeftiyeke mezin e
Navenda Nûçeyan (K24) - Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Civata Nûnerên Îraqê di konferanseke rojnamevanî de pîrozbahî li xelkê Herêma Kurdistanê û Îraqê kir, bi helkeftina dengdana li ser edilandina pirojeya qanûna budceyê, ku wê wekî qonaxeke nû ji peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê dibîne.
Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Civata Nûnerên Îraqê îro (Yekşem, 02.02.2025), bi helkeftina dengdana li ser edilandina qanûna budceya giştî ya federalî û madeya 12ê ya girêdayî hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, konferanseke rojnamevanî li Civata Nûnerên Îraqê rêk xist û tê de amaje da, “Dengdana li ser edilandina qanûna budceyê qonaxeke nû ye ji peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ji bo ku dahata Îraq û Herêma Kurdistanê kurtanînê kêm bikin.”
Firaksiyona PDKê herwesa got, “Divê lijneya şêwirmendiyê di dema 60 rojan de ji bo xeminandina xerciya petrolê û veguhastina wê bê destnîşankirin.”
Firaksiyona PDKê herwesa pîrozbahî li xelkê Herêma Kurdistanê û Îraqê kir û amaje da, “Dengdana li ser edilandina budceyê ji bo xelkê Kurdistanê destkeftiyeke mezin e, ew pirs dibe sedema bihêzkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îraqa federalî.”
Civata Nûnerên Îraqê îro (Yekşem, 02.02.2025) bi piraniya dengên endaman deng li ser edilandina qanûna budceya giştî ya federalî û madeya 12ê ya girêdayî hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê da.