Pêleke berf û baranê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vedigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleke nû ya berf û baranê seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vedigire.
Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê nexşeya rewşa keşûhewayê belav kir. Li gorî nexşeyê, pêleke berf û baranê seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vedigire.
Da zanîn jî, sibe geştên asmanî li Firokexaneya Stenbolê dê bên rawestandin.
Tê çaverêkirin sibe pêla berf û baranê bigihe Bakurê Kurdistanê ku piraniya deveran li xwe digire û heta roja Înê dê berdewam be.
Li gor zanyariyên keşnasiyê, pileyên germê 11 heta 15 pile dê dakevin.