19 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berf û baran dibare
Navenda Nûçeyan (K24) – Keşnasiya Tirkiyeyê dibêje, îro li 19 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, berf û baran dibare û pleyên germayê jî gelekî dadikevin.
Li gorî pêşbînyên Keşnasiya Tirkiyeyê, li piranya parêzgehên sînorî yên Bakurê Kurdistanê berf dibare û pleyên germayê jî herî kêm 10 pleyan dadikevin.
Li bajarê Stembolê jî niha berf dibare û ji ber wê jî bo dema 2 rojan geştên asmanî hatine ragirtin.
Li gorî pêşbîniyan, ev pêl heta çend rojan berdewam dibe. Hişyarî jî bi welatiyan hatiye dayîn, eger neçar nebin dernekevin derve