Berf li çend navçeyên Başûrê Kurdistanê barî

Navenda Nûçeyan (K24) – Keşnasiya Herêma Kurdistanê ragihand, berfê şeva borî li navçeyên çiyayî barî û berf û baran li piraniya navçeyên Herêma Kurdistanê jî dibare.

Peyamnêrê K24ê li Hacî Omeranê ragihand, îsal yekem pêla berfê ye ku vî awayî dibare, ku 40 santîm berf li ser rêya Hamilton bariye.

Karmendê tîma paqijkirina berfê Kamran Ebdullah ji peyamnêrê K24ê re ragihand: Em ji şofêran daxwaz dikin ku bê zincîr otomobîlan nejon, bi taybetî şofêrên taksiyan.

Amaje bi wê jî kir, “Ji bo kêmkirina bandora berfê li ser rêyan, lsal bi qasî 100 ton xwê li ser rêyan reşandine.”

Peyamnêrê K24ê li Zînê Wertê jî got, şeva borî barîna berfê dest pê kir. Tîmên rakirina berfê timî rêyan paqij dikin û ji şofêran daxwaz dikin ku li ser rêyan hişyar bin.