Agir bi apartmaneke Hewlêrê ket û sê welatî hatin rizgarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber sopeyê, agir bi apartmaneke taxa Gelawêjanê ya Hewlêrê ket, Tîmên Bergiriya Şaristanî sê welatî û pişîkek ji nav wî agirî rizgar kirin.
Peyamnêrê K24ê Ehmed Ebdisemed îro (Yekşem, 09.02.2025) got, “Ji ber sopeyê, agir bi apartmaneke taxa Gelawêjanê ya Hewlêrê ket.” Herwesa got, “Tîmên Bergiriya Şaristanî zû gehiştin cihê wê rûdanê û karî sê welatiyan û pişîkekê ji nav wî agirî rizgar bikin.”
Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê Muqedem Şaxewan Seîd jî ji K24ê re ragehand, “Jinek tenê di wê apartmanê ve dijî, wê neft kiriye sopeya xwe. Dema sopeya wê hil bûye, agir berbûye sopeya wê û ew jin ji apartmanê derketiye û reviye.”
Şaxewan Seîd herwesa got, “Her zû du tîmên Bergiriya Şaristanî gehiştin cihê wê rûdanê, paşî çar tîmên din jî gehiştin wê derê, û dayikek û zarokek ku li ser banê wî avahî bûn rizgar kirin.”
Navbirî amaje jî da, “Jineke din jî, ku bêhiş bûbû, hat rizgarkirin û hawarhatinên destpêkî jê re hatin kirin, paşî ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin. Niha jî rewşa saxlemiya wê binecih nîne û di bin çavdêriya çir de ye.”
Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê eşkere jî kir, “Çi zirareke canî di wê rûdanê de nebû.” Herwesa got, “Me pişîkek jî rizgar kir û me oksicîn da wê.”