Pedersen: Ez pêşwaziya lihevnêzîkbûna desthilata nû ya Sûriyeyê û HSDê dikim

Geir O. Pedersen
Geir O. Pedersen

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Neteweyên Yekgirtî li Sûriyeyê pêşwaziya vekirina westgehên peywendiyê di navbera desthilata nû ya Sûriyeyê û HSDê de dike û dibêje ku, desthilatdarên Sûriyeyê piştrastî daye ku ji bo pêkanîna hikûmeteke berfireh kar bikin, ku hebûna gelek pêkhateyan li ber çavan werbigire.

Nûnerê Neteweyên Yekgirtî li Sûriyeyê Geir O. Pedersen îro (Çarşem, 12.02.2025) ragehand, “Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera soz daye ku ji bo pêkanîna hikûmeteke berfireh kar bikin, ku hebûna gelek pêkhateyan li ber çavan werbigire.”

Geir O. Pedersen herwesa pêşwaziya vekirina westgehên peywendiyê di navbera desthilata nû ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de kir û got, “Rewşa ewlehiyê li deverên Sûriyeyê aloz e û tirs heye ku aliyên derve desttêwerdanê bikin.”

Nûnerê Neteweyên Yekgirtî li Sûriyeyê pêdivî jî dît ku desthilata nû ya Sûriyeyê di qonaxa veguhêz a welatê wan de gerentiya dadperweriyê bike.