Li Tirkiyeyê nirxê gulan ji sedî 100 giran bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatiyên Tirkiyeyê di nava hejarî, zehmetiyên debara jiyanê û helawsanê de pêşwaziya 14ê Sibatê, Roja Evîndaran dikin. Gelek kes hene ku nikarin diyariyeke biçûk jî bo xweştiviyên xwe bikirin. Nîşana herî diyar ya Roja Xweşdiviyan, gul, ew jî ji helewsanê bêbar nebûye û nirxê wan ji %100 bilind bûne. Gulfiroş dibêjin bazara wan li gor par %30 kêm bûye. Xelk jî gazind ji gulfiroşan dikin û dibêjin, gulfiroş Roja Xweşdiviyan derfet dibînin daku nirxê gulan giran bikin.

Gulên 14ê Sibatê, Roja Evîndaran îsal wekî salên berê ne geş in. Lewra helawsana dijwar a Tirkiyeyê wekî hemû tiştan nirxê gulan jî sedî sed giran kiriye. Nirxê gula sor ku remza herî diyar a Roja Xweşdiviyan e bi 200 lîreyan tê firotin ku ev gul par 100 lîre bû. Baxê nergîzan jî ji 150 lîreyan gihiştiye 300 lîreyan.

Gulfiroş ji vê bihabûnê têra xwe bi gazind in û didin zanîn ku, bazara wan li gor sala borî ji sedî 30 kêm bûye.

Gulfiroş Yaşar Guçler dibêje: “Nan çend biha bibe, gul jî ew hinde biha dibe. Xelk berî ji xweşdiviyên xwe re gul bikirini bila biçin nanfiroşan nirxê nanî bipirsin, bila paşê werin cem me. Rast e nirxê gulan jî wekî her tiştî ji sedî sed giran bûye, bazara me jî lawaz bûye bêgûman. Par gul zêdetir dihatin firotin lê îsal xelk nakirin. Em jî hêviya vê rojê bûn ku zêdetir gul bifroşin lê Roja Xweşdiviyan a îsal ne bi dilê me ye.”

Lê hin xelk jî ji gulfiroşan nerazî ne û di wê baweriyê de ne ku gulfiroş bi hinceta Roja Xweşdiviyan nirxê gulan bi zanatî giran dikin.

Welatî: “Gulfiroş, Roja Xweşdiviyan ji xwe re derfet dibînin daku nirxê gulan giran bikin. Lê ez çi dikim? Ez di 14ê Sibatê de gul ji xweşdiviya xwe re nakirim. Ez di 13ê Sibatê de dikirim daku derfetê nedim gulfiroşan. Jixwe çi qîmeta 14ê Sibatê bo min niye. Divê hemû roj bo xweşdiviyan taybet be.”

Welatî: “Ev gul, min û bavê xwe, me bo dayika min kirîn. Wekî her tiştî gul jî giran bûne mixabin. Me ev baxê gulan bi 500 lîreyan kirî ku gelek giran e. Êdî kirîna gulan jî bûye lûks.”

Di nava van gul û çîçekên reng bi reng de daxwaz herî zêde li ser gula sor e. Tenê gul mabû ku helawsanê ew neçilmisandibe, lê ew jî çilmisand. Yên ku nedikarîn zêr û zîv bo xweşdiviya xwe bikirin, êdî nikarin gul jî bikirin.