Cîgirê Birêveberê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Em pêşwaziya biryara Dadgeha Federalî ya Îraqê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Birêveberê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed îro (Sêşem, 18.02.2025) ragehand, “Em pêşwaziya biryara îro ya Dadgeha Federalî ya Îraqê dikin, ku tekez kiriye ku divê bankkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê li dû rêkarên Banka Navendî be, û ji aliyê wan bankan ve bê kiriyn ên ku Banka Navendî destûrî pê daye.”
Cîgirê Birêveberê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got, “Fermanber di hilbijartina bankên xwe yên dilxwaz de ji wan bankan ên ku razemendiya Banka Navendî heye tên serpişkkirin.” Herwesa got, “Ev xal hemî bi bingehên serekî yên pirojeya Hejmarî Min re hev digirin.”
Ezîz Ehmed herwesa amaje jî da, “Giring e bê gotin ku tîma me wekî parek ji şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li destpêka vê mehê bi Wezareta Darayî ya Îraqê re civiya û nûtirîn pêşhatên pirojeya xwe jê re behs kirin, wekî ku çawa di biryara Dadgeha Federalî de jî hatiye, ev hevahengî jî bi rêya şandina zanyar û pêşhatên mehane jê re berdewam dibe.”
Navbirî eşkere jî kir, “Tevî vê jî, em li ser hevahengiya xwe ya nêzîk bi Banka Navendî ya Îraqê re berdewam dibin, ji ber ku bankkirina mûçeyan dê ji bo tevaya Herêma Kurdistanê û Îraqê pêngaveke giring be. Em ji tevaya fermanberan dixwazin ku bi zûtirîn dem xwe tomar bikin. Ji bo xwetomarkirinê, ew dikarin bi hejmar 1991ê peywendiyê bi navenda xizmetkariyên Hejmara Min bikin.”