Ercan Yilmaz: Danîna qeyûman hêviya xelkê ji pêvajoyê lawaz dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Saziyên sivîl û siyasetmedar li dijî berdewamiya tayînkirina qeyuman amaje dikin ku hem dibe sedem baweriya civakê bo pêvajoya nû lawaz bibe û hem jî demokrasî û hiquqê paş dixe ku deam rewş wisa be. Civata Rêveberên Diyarbekir jî bang kir ku divê yasayên rê li ber qeyuman vedikin werin hilweşandin.
Bertekên li dijî tayînkirina qeyum bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê berdewam in ku Civata Rêveberan a Bajêr a Diyarbekir li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê kom bû û bi daxuyaniyeke çapemeniyê danîna qeyum bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku nabe li aliyekê pêvajoyek bimeşe û hêvi were dayîn û ser de jî bo şaredariyan qeyum were tayînkirin.
Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê Ercan Yilmaz ji K24ê re got: “Ji 1ê cotmehê ve pêvajoyek heye, hêviya xelkê heye ku aştî were lê li aliyekê jî qeyuman tayin dikin, ev yek dibe sedem ku hêviya xelkê ya bo pêvajoyê lawaz bibe.”
Beşek ji siyasetmedarên nav Ak Partiyê jî danîna qeyum bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê wek gavek şaş nirxandin.
Endamê Lijneya Rêveber û Biryarê ya Ak Partiyê Orhan Mîroglû dibêje: “Bi ya min hikumeta Tirkiyeyê hinek sebir bikira baştir bû, hîn dadgehê biryara dawîn nedaye, ev yek zirarê dide pêvajoyê jî.”
Piştî hilbijartinên 31ê adara 2024ê hijmara şaredariyên qeyum hatine ser bu 11 ku 9 jê DemPartî û 2 jî CHP ne ku siyasetmedarên Kurd dibêjin divê rêz li vîna gel were girtin.
Parlementerê Huda Parê yê Batmanê Serkan Ramanli got: “Ew kesên ku qeyum tên ser wan bi denge gel hatine hilbijartin divê rêz li vîna gel were girtin û şaredarî jî divê ji aliyên kesên gel deng dane wan ve werin rêvebirin.”
Saziyên sivîl bang dikin ku divê yasayên ku hem li dijî desturê ne û hem jî rê li ber danîna qeyuman vedikin werin hilweşandin û qeyumên ku bo şaredariyan hatine danîn jî demildest werin rakirin.