6 çiyagerên Rojhilatê Kurdistanê di bin berfê de canê xwe jidest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Parêzgarê Sineyê ragihand, îro danê sibê termên çar çiyagerên li çiyayê Heft Taş din di bin berfê de hatin dîtin.
Duh hejmarek ji çiyagerên Rojhilatê Kurdistanê derketibûn çiyayê Heft Taş, lê berf bi ser wan de hat xwarê û hejmarek ji wan di geliyekî de di bin berfê de man.
Tîmên rizgarkirinê li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê duh karîn hejmarek ji çiyageran rizgar bikin û herwiha termê 2 çiyageran derxistin û çiyagerek bi birîndarî gihandin nexweşxaneyê.
Lê ji ber serma û bahozê şeva borî, lêgerîn hat rawestandin û îro danê sibê tîman dîsa dest bi xebatê kirin û karîn termên 4 çiyagerên din bibînin.
Encûmena Pajînê ya Banê di daxuyaniyekê de ragihand, termên Omer Ebdullahî, Xaleq Mihemed Nejad, Ronak Daneşmend û Karwan Ehmedpana îro danê sibehê hatin dîtin.
Bi giştî di bûyerê de, 2 jin û 4 mêr bi navên Şehla Rehmanî, Ronak Daneşmend, Omer Ebdullahî, Karvan Ehmedpûr, Xaleq Mihemed Nejad û Yasa Sadeiqî canê xwe jidest dan.