Serkirdeyên Ewropayê piştevaniya xwe ji bo Ukraynayê tekez kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serkirdeyên Ewropayê li Londona paytexta Brîtanyayê di lûtkeyekê de li jêr navnîşanê “seqamgirkirina paşrojê” li ser piştevanîkirina Ukraynayê û ewlehiya Ewropayê, hevdîtina Trump û Zelenskyy û xwevekêşana Amerîkayê ji piştevaniya Ukraynayê civiya.

Lûtkeya Londonê duhî (Yekşem, 02.03.2025) Serokê Ukraynayê, Serokê Fransayê, Serokwezîrê Kanadayê, Serokwezîrê Brîtanyayê, Şêwirmendê Almanyayê, Serokê Komisyara Yekîtiya Ewropayê, Serokê Hevpeymaiya NATOyê û çend serkirdeyên din li ser maseya danûstandinan civandin, û wan berdewamiya piştevaniya xwe ji bo Ukraynayê tekez kir.

Herwesa serkirdeyên Ewropayê biryar da ku divê zêdetir weberhênanê di kertê bergiriyê de bikin, ji bo ku ji Trump re nîşan bidin ku Ewropa dikare xwe biparêze.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer piştî wê lûtkeyê ragehand ku, wan hevpeymanîtiyek çê kiriye ji bo ku di her lihevkirinekê de piştevaniya Ukraynayê bikin.

Keir Starmer amaje jî da ku, bi Fransayê re li ser wê yekê kar dikin ku pêşniyareke aştiyê ji bo rawestandina şerî ji bo dema mehekê li Ukraynayê pêşkêşî Serokê Amerîkayê Donald Trump bikin.

Navbirî herwesa got, “Divê Ewropa xwe li berpirsyarîtiyê bike xwedî, tevî wê yekê jî ji bo piştevanîkirina aştiyê li Ewropayê û serkeftina vê derfetê divê piştevaniya Amerîkayê jî hebe.”

Serokwezîrê Brîtanyayê herwesa ragehand ku, ew rêyê bi Ukraynayê didin ku bi bihayê du milyar dolaran pênc hezar moşekên dijeasmanî bikire.

Şêwirmendê Almanyayê Olav Sholz jî ji aliyê xwe ve got, “Her dema Rûsyayê êrîşên xwe yên li ser Ukraynayê rawestandin, hingê qonaxa yekê ya danûstandinan dest pê dike.

Ji aliyekî din ve jî Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ragehand, “Serok Zelenskyy li roja Înê li Oval Ofîsê amaje da ku Vladimir Putin rastgo nîne û tawanbar e, nabe ku mirov di bicihanîna sozan de baweriya xwe bi wî bîne, ji ber ku wî gelek caran diyar kiriye ku ew nikare lihevkirinan bi cih bîne, ez piştevaniya Serok Zelenskyy û gelê Ukraynayê dikim.”

Ji bilî hilawîstina alîkariyan ji bo Ukraynayê, niha behsa xwevekêşana Amerîkayê ji Hevpeymaniya NATOyê jî heye. Sikirtêrê Giştî yê NATOyê Mark Rute di vî warî de li wê lûtkeyê got, “Heta niha Amerîka endama NATOyê ye, çi pêngaveke fermî ji bo xwevekêşana wê ji NATOyê nîne.”

Ev jî piştî wê yekê hat ku Trump û Zelenskyy li ber çavkên kamerayan li ser gelek mijaran şeredev kir û vî awayê serederîkirinê bi Serokê Ukraynayê re Ewropayî nîgeran kirine û tirs xistiye dilê wan ku Trump pişta xwe bide Ukraynayê û rewş aloztir bibe.

 
Fly Erbil Advertisment