Barcelona bi 10 lîstikvanan ji Benfica bir

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Barcelona bi serkeftineke dijwar û giranbiha ji yarîgeha mêvandarê xwe Benfîka bi golek paqij vegeriya.

Şeva borî tîma Benfîka di gera çûnê ya qonaxa (16) a Champions League de, mêvandariya Tîma Barcelona kir. 

Tevî ku yarîzanekî Barcelona di xuleka (22) bi karta sor hat dûrxistin, Barcelona karî bi golekê bê beramber biser ket.

Tîma Katalonî bi vê serketinê deyndarê yarîzanê xwe yê Brezîlyayî Rafînha ye ku di xuleka (61) de gola tekane ya maçê tomar kir.

Barcelonayê ji xuleka 22an de bi deh lîstikvanan maç temam kir, piştî ku parêzvanê wê Pau Cobarsi bi karta sor ya rasterast hat dûrxistin, ji ber astengkirina êrîşkarê Benfica Vangelis Pavlidis li tenişta qada cezayê. 

Bi vê serketinê, Barcelona pêyeke xwe xiste qonaxa Çarîk-fînalê, ku di gera vegerê de, dê roja Sêşema bê mêvandariya Benfica li yarîgeha xwe Luis Companis bike.