Elî Teter: Pirojeya kareba 24 seetî li Dihokê hat destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê radigehîne, “Pirojeya kareba 24 seetî ji bo cara yekê li bajarê Dihokê hat destpêkirin.” Herwesa dibêje, “Ew kesên ku tevlî pirojeya Ronakiyê bûne ji hemiyan baştir dizanin ku erzantirîn û bêarêşetirîn piroje ye.”
Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Yekşem, 09.03.2025) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Dijatîkirina hin kanalên medyayî ji bo pirojeya Ronakiyê ji ber hindê ye ku, ew dixwazin astengan ji bo wê pirojeyê çê bikin, lê welatî bi xwe dizanin ew piroje çend giring û bimifa ye.”
Elî Teter herwesa got, “Pirojeya Ronakiyê berî hemî bajar û bajarkan li parêzgeha Dihokê hat destpêkirin. Li qezaya Amêdiyê, wekî qezayeke nimûneyî, pirojeya kareba 24 seetî hat bicihanîn. Her bi wî awayî kareba 24 seetî gehişt parêzgeha Dihokê jî.”
Navbirî herwesa got, “Ji wan bipirsin ên ku kareba 24 seetî jê re hatiye dabînkirin, ka pêştir çend pere bi kareba jeneratoran dida û niha çend pereyî didin.”
Parêzgerê Dihokê tekez jî kir, “Tevî wê yekê ku ew piroje gelek bêarêşetir û baştir e, welatî baş dizanin pirojeya Ronakiyê di berjewendiya wan de ye. Ku tê bicihanîn jî, ew baştir dizanin ku ew piroje gelek di berjewendiya wan de ye.”