Şêwirmendê Rêveberiya Xweser mijarên girîng ên civîna Ebdî û Şera aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd mijarên herî girîng ên ku di civîna Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera li Şamê de ku tê de beşdar bû, aşkere kirin.
Bedran Çiyakurd li hejmara xwe ya tora civakî mijarên herî girîng ên ku di civîna duh ya Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera de hatine gotûbêjkirin û piştre gihîştine rêkeftinê, aşkere kirin.
Çiyakurd da zanîn,“Civîneke girîng û dîrokî û bi ruhê berpirsiyariya niştimanî ya Sûrî û bi armanca dîtina çareseriyên helawistî li Şamê hate lidarxistin.”
Got jî: “Di hevdîtinê de pêşhatên li beravên Sûriyeyê û rawestandina tawanên li wê derê tên kirin û herwiha bidawîkirina hemû êrîş û operasyonên leşkerî li nav axa Sûriyeyê, hatin gotûbêjkirin.”
Çiyakurd destnîşan kir, “Pirsa Kurd jî weke pirseke niştimanî ya Sûrî hate gotûbêjkirin û biryar hat dayîn ku şandeke hevbeş a Kurdî bi serkirdayetiya Sûriyeyê ya veguhêz re diyalogê bike û bi kûrahî gotûbêjanj bike.”
Herwiha got, gotûbêj li ser mijarên girêdayî Rêveberiya Xweser û saziyên wê, ji bilî hêzên leşkerî û ewlekariyê û çawaniya tevlîkirina wan di nava saziyên niştimanî yên Sûrî de, hatin kirin.
Çiyakurd got: “Me rewşa koçber û derbiderên Sûriyeyê, bi taybet vegera xelkê Efrînê û Serê Kaniyê gotûbêj kirin. Hate piştrastkirin ku rêveberiya demkî ya Şamê, dê tedbîrên taybet ji bo vegereke bi ewle bigire.”
Şêwirmendê Rêveberiya Xweser da zanîn jî, li ber ronahiya gotûbêjan, hat lihevkirin ku divê rêkeftin niştimanî û di navbera Sûriyan bi xwe de be, dûrî destêwerdana derve, da ku ev rêkeftin bibe xala derbasbûna bo diyalogeke berfireh û beşdariyeke berfireh di proseya siyasî de. Herwiha li ser pêwîstiya beşdarbûn û nûnertiya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê diyaloga niştimanî de hate tekezkirin.
Serokatiya Sûriyeyê duh 10ê Adara 2025an belav kir, Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî rêkeftinek ji 8 xalan pêk tê îmze kirin. Tê de tekezî li ser yekperçeyîya xaka Sûriyeyê, tevlîbûna hêzên HSDê di nava saziyên dewletê de û agirbestê hat kirin.
Xalên rêkeftina Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî:
1- Garantîkirina mafên hemû Sûriyan ji bo nûneratî û beşdariya wan di proseya siyasî û hemû dezgehên dewletê de, li ser bingeha jêhatîbûna wan, bêyî cudahiya olî û neteweyî.
2- Civaka Kurdî, civakeke resen e di dewleta Sûriyeyê de û dewleta Sûriyeyê mafê wê yê welatîbûnê û hemû mafên wê yên destûrî garantî dike.
3- Agirbest li seranserî herêmên Sûriyeyê.
4- Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên bakurê rojhilatê Sûriyeyê tevlî rêveberiya dewleta Sûriyeyê tên kirin, di nav de deriyên sînor, firokexane û kêlgehên petrol û gazê.
5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûrî bo bajarok û gundên xwe û misogerkirina parastina wan ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve.
6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di şerê wê yê li dijî paşmahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlehî û yekîtiya wê.
7- Redkirina bangên parçebûnê, axaftinên nefretê û hewldanên belavkirina fitneyê di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.
8- Komîteyên cîbicîkar kar dikin û hewl didin ku rêkeftinê cibicî dikin, bi awayekî ku dawiya salê derbas neke.