Şanda Dem Partiyê li ser piroseya aştiyê bi MHP û AKPê re dicive

Logoya Dem Partiyê
Logoya Dem Partiyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda Dem Partiyê li ser dawî banga Ocalan ji bo piroseya aştiyê bi MHP û AK Partiyê re dicive.

Şanda Dem Partiyê îro (Duşem, 17.03.2025) bi Tevgera Neteweyî (MHP) re dicive û piştî demeke din bi Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) re jî dicive.

Gera duyê ya serdanên şanda Dem Partiyê ji bo aliyê partî û aliyên siyasî dest pê kiriye û îro Hevserokên Dem Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan serdana firaksiyona Tevgera Neteweyî (MHP) kir û paştir jî bi firaksiyona Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyeyê (AK Partî)  re dicive.

Biryar e her du alî di wan civînan de danûstandinan li ser qonaxa dawî banga Ocalan û piroseya nû ya aştiyê bikin.

Pêştir şanda Îmraliyê ragehandibû ku, li roja 17ê vê mehê bi firaksiyonên Tevgera Neteweyî (MHP) û Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyeyê (AK Partî) re li Perlemana Tirkiyeyê dicivin û danûstandinan li ser qonaxapiştî banga Ocalan û piroseya nû ya aştiyê dikin.

Dem Partiyê dest bi gera duyê ya serdanên part û aliyên siyasî kiriye, ji bo ku yekdengiyeke temam pêxemetî serkeftina qonaxa nû ya çareseriya arêşeya Kurdan li Tirkiyeyê hebe.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî pêştir ragehandibû, “Em ji bo Tirkiyeyeke bê teror kar dikin, herwesa em arêşeyeke 40 salî jî çare dikin. Şaşfêmkirina vê piroseyê û peydakirina derzan li nav wê xizmetkirina emperyalîzmê ye.”

Navbirî tekez jî kiribû, “Her kesekê bi gotina emperyalîzmê bizavê ji bo têkdana vê biratiyê bike, dê xwe li beranberî me û 85 milyon welatiyan bibîne, ji ber ku me di dema 22 salan de gelek caran ev bizav dîtine”

Serokkomarê Tirkiyeyê herwesa gotibû, “Êdî ew nikarin zirarê bigehînin biratiya navbera me, careke din nikarin vî miletî di nav ecêndaya xwe de asê bikin.”

Erdogan ron jî kiribû, “Serokê koma me niha helsengandinê bi wê şandê re dike. Eger şanda Îmraliyê daxwazê ji bo civîna bi min re pêşkêş bike, ez dê bersiva daxwaza wan bidim.”