Anîna goşt û spiyatiyên Îranê di Deriyê Şelamçeyê re tê qedexekirin

Deriyê Şelamçeyê
Deriyê Şelamçeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Deriyên Sinorî yên Îraqê qedexekirina hawirdekirina hin berhemên Îranê di Deriyê Şelamçeyê re radigehîne, ew jî bi merema rêgirtina li qaçaxçîtiya madeyên hişber.

Desteya Deriyên Sinorî yên Îraqê îro (Şemî, 29.03.2025) ragehand, “Li dû rênimayan, hawirdekirina goştê sor û spî û berhemên spiyatî yên Îranê di Deriyê Şelamçeyê re tê qedexekirin, ev jî bi merema rêgirtina li qaçaxçîtiya madeyên hişber.”

Berdevkê Desteya Deriyên Sinorî yên Îraqê Ela Qeysî ji medyayên navxweyî re ragehand, “Lîsta rênimayan hemî cûnên masiyan, cûnên cuda yên goşt, mirîşk, xurme û herwesa berhemên spiyatî jî vedigire.”

Ela Qeysî amaje jî da, “Qedexekirin tenê wan kelûpelan vedigire yên ku welatî bi awayê kit kit bi rêya bazarkirinê ji Îranê tînin, lê veguhastina bazirganî ya navbera her du welatan venagire.”

Navbirî ron jî kir, “Ew qedexekirin ji bo rêgirtina li qaçaxçîtiya madeyên hişber e, ku di nav wan berheman de vedişêrin, destnîşandkirina wan jî bizehmet dikeve.”

Desteya Deriyên Sinorî yên Îraqê îro (Şemî, 29.03.2025) desteserkirina geştyarekî biyanî ragehand, ku bizav dikir 1450 gramên madeya Kirîstalê bi qaçaxî derbaz bike.

 
Fly Erbil Advertisment