Li Tirkiyeyê nirxê bilêtên pasan li gor cejna borî ji sedî sed giran bûye
Stenbol (K24) – Li Tirkiyeyê ji ber qeyrana aborî xelk nikarin serdana kesûkarên xwe yên li bajarên din bikin. Heke malbateke çar kesî bixwaze bo cejnê biçe bajarekî din herî kêm 20 hezar lîre xerc bike û ev e jî dike mûçeya herî kêm a karkerekî û zêdetir e mûçeya xanenişînekê. Lewma Termînala Mezin a Pasan a Stenbolê çol e û karê kompanyayên pasan jî li gor cejna borî ji sedî 50 daketiye.
Termînala Mezin a Pasan a Stenbolê vê cejnê wekî caran qelebalix niye. Lewra zehmetiyên debara jiyanê û lawazbûna hêza kirînê wisa kiriye ku xelk nekarin biçin cejna kesûkarên xwe yên li bajarên din û ev yek bandoreke xirab li ser karê kompanyayên pasan jî kiriye.
Bilêtfiroşek eşkere dike ku, digel ku cejn e, hejmareke zêde pasên wan tije nabin û karê wan li gor cejna borî zêdetir ji sedî 50 daketiye.
Bilêtfiroşê pasan Cemal Demîr: “Du sê sal berê me ji vir rojekê de pênç pas rêdikir. Lê niha herî zêde du pasan rêdikin ku ew jî tije nabin. Ji ber ku daxwaz nîne. Malbatek bixwaze biçe Mêrdînê, Diyarbekirê an jî Mûşê 30 û 40 hezar lîre divê mesref bike. Daku vê xercê nekin div ê cejnê de di malên xwe de man. Li cem xelkê pere nîne. Dema pere nebe geşt û cejn jî nabe.”
Kompanyayên pasan gazind ji giranbûna xercên xwe, welatî jî gazind ji nirxê bilêtan dikin. Welatiyek dibêje, nirxê bilêtan li gor cejna borî ya Remezanê ji sedî 100 giran bûye.
Welatî: “Sala borî çûna welêt ji Stenbolê hezar lîre bû lê niha bûye du hezar dused lîre. Bilêt bi rastî jî pir biha ne. Ez kesekî tenê me. Heke malbatek bixwaze serdana welêt bike ez bawer im 30 an jî 40 hezar lîre xerc bikin. Ji her aliyê ve ev mijar pirsgirêkeke mezin e.
Welatî: “Ez diçim Diyarbekirê lê bilet pir biha ne. Me bilet kirî bi hezar û 700 lîreyan. Ji ber ku cejn e nirxê bilêtan bi zanatî giran kirine. Pir biha ye. Ez mûçeya herî kêm werdigrim. Bo min gelek zehmet e.”
Hikûmeta Tirkiyeyê roja Çarşemê bi helkeftê Cejna Remezanê neh rojan pişo ragihandibû.
Sedema kêmbûna rêwiyan tenê qeyrana aborî niye. Ji ber ku heta roja Pêncşemê jî dema pişoya cejnê nediyarbû û welatî jî pilansaziya cejnê nekiribûn. Lewma mirov dikare bêje ne welatî ne jî kompanyayên pasan çi tam ji pişoya cejnê ya neh rojan wernegirtin.