Sûdanî li demeke nêzîk serdana Tirkiyeyê dike û Erdogan jî serdana Îraqê dike

Sûdanî û Erdogan
Sûdanî û Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyeyê radigehîne ku, Serokwezîrê Îraqê di çend rojên bê de serdana Tirkiyeyê dike û Serokkomarê Tirkiyeyê jî serdana Îraqê dike.

Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu îro (Çarşem, 02ê Nîsana 2025ê) eşkere kir, “Di çend rojên bê de Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Tirkiyeyê dike û Erdogan jî serdana Îraqê dike.”

Abdulkadir Uraloglu herwesa got, “Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di dema du mehên bê de serdana Îraqê dike û danûstandinan li ser çend pirsan dikin, ya herî diyar jî pirojeya Rêya Pêşxistinê ye ku gehiştiye qonaxeke pêşkeftî.”

Navbirî herwesa ragehand, “Qonaxeke berçav ji pirojeya Rêya Pêşxistinê bi cih hatiye, ku bi rêya hêla hesin û rêya lezatiya 1200 kîlometrî Tirkiyeyê bi Benderê Fawê li Kendavê Erebî re girê dide.”

Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyeyê ron jî kir, “Ihtîmala aktîvkirina kertê taybet li ser aliyê darayî yê Rêya Pêşxistinê heye, herwesa piştevaniya darayî dê ji Qeter û Îmaratê û dezgehên darayî yên navdewletî be.”

Abdulkadir Uraloglu herwesa ragehand, “Mihemed Şiya Sûdanî di çend rojên bê de serdana welatê me dike, tevî ku jivanê wê serdanê yekalî nebûye, lê Serokkomarê me Recep Tayyip Erdogan niyet heye ku di dema du mehên bê de serdana Îraqê bike. Em pêşbînî jî dikin, ew biryarên ku di vê serdanê de tên dan girêdayî lihevkirinên pêştir bin.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment