Sîdad Barzanî bi nûnerîtiya Serok Barzanî serdana Berhem Salih kir

Sîdad Barzanî û Berhem Salih
Sîdad Barzanî û Berhem Salih

Navenda Nûçeyan (K24) - Sîdad Barzanî bi nûnerîtiya Serok Barzanî û hevaltiya Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya Silêmaniyê ya PDKê serdana Berhem Salih kir û serexweşî lê kir.

Sîdad Barzanî îro (Yekşem, 06.04.2025) bi nûnerîtiya Serok Barzanî û hevaltiya Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya Silêmaniyê ya PDKê Elî Hisên, bi merema serdanê û gehandina peyama Serok Barzanî ji bo behiya Xudêjêrazî Belên Salih, serdana malbata Serokkomarê Îraqê yê berê Berhem Salih kir.

Serokkomarê Îraqê yê berê Berhem Salih û bira û malbat û kesûkarên Xudêjêrazî spasiya Serok Barzanî kir, ji ber peyama wî ya behîdariyê û serdana nûnerê wî.

Pêşkêşkarê Pişka Kurdiyê ya Dengê Amerîkayê Belên Salih li roja 30.03.2025ê ji ber derba dilî li wîlayeta Vircînyayê ya Amerîkayê wexera dawiyê kir, ku dibe birayê Serokkomarê Îraqê yê berê Berhem Salih.

Belên Ehmed Salih li sala 1961ê li bajarê Helebceyê hatibû ser dinyayê, li salên 1990an dest bi karê rojnamevaniyê kiribû, li sala 1996ê çûbû Amerîkayê û li meha 12ê ya sala 1999ê bûbû karmendê Pişka Kurdiyê ya Dengê Amerîkayê.

 

 
Fly Erbil Advertisment