Serok Barzanî Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 9ê Nîsanê 17emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê bi dirûşma “Cîhan Bi Kurdî Diaxive” vekir.

Piştî vekirina Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê, Serok Barzanî serdana beşên cuda yên pêşangehê kir û hejmarek pirtûk kirîn.

Îsal zêdetirî 350 weşanxaneyên ji 22 welatan beşdarî pêşangehê dibin û bi hezaran sernavên cihêreng nîşan didin.

Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê dê 10 rojan berdewam bike û her roj demjimêr 10:00 heta 20:00 dê vekirî be. Kurdistan24 jî hevbeşê medyayî yê pêşangehê ye û hemû koşeyên pêşangehê romal dike.

Di pêşangehê de, dê çalakiyên curbicur ên çandî, xwendina helbestan, îmzekirina pirtûkên nû, çendîn çalakiyên hunerî û panelên curbicur hebin.

 
Fly Erbil Advertisment