Cihên radestkirina çekên PKKê hatin eşkerekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî pejirandina qanûna çarçoveya "Proseya Çareseriyê" li Parlamentoya Tirkiyeyê, qonaxa bicihanîna pêngavên meydanî dest pê kiriye û di wê çarçoveyê de cihên radestkirina çekan ji aliyê PKKê ve hatine diyarikirin, ku biryar e heta destpêka Cotmehê ew prose bê bicihanîn.
Li gorî zanyarên rojnameya Nefesê ya Tirkiyeyê, Dezgeha Hewalgirî ya Tirkiyeyê (MÎT) heta 1ê Cotmehê bi hûrgilî çavdêriya 72 kamp û şkeftên PKKê li ser sînorên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de dike.
Divê PKK di wê demê de zanyaran li ser cihên cebilxane û teqemeniyan bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Ev çavdêrîkirin bi merema piştrastbûna ji vekişîna çekdaran û valakirina embarên çek û teqemeniyan e.
Di çarçoveya lihevkirina ewlehiyê ya di navbera Enqere, Bexda û Hewlêrê de, biryar e ku hêzên zêrevanên sînoran ên Iraqê û hêzên Pêşmergeyan li wan deverên sînorî yên ku PKK vala dike bên binecihkirin.
Plan bi wî rengî ye ku heta destpêka Cotmehê, deverên Metîna, Zap, Avaşîn, Basyan û Heftenînê heta digihîje Qendîlê bên valakirin û nêzîkî 3 hezar û 800 çekdarên PKKê çekên xwe radest bikin.
Ew deverên wekî bingehên wergirtina çekan ji PKKê hatine diyarikirin ev in:
- Parêzgeha Dihokê: Qezaya Amêdiyê û nahiyeya Kanîmasê.
- Parêzgeha Hewlêrê: Devera Binarê Qendîlî û qezaya Koyeyê.
- Parêzgeha Silêmaniyê: Qezaya Ranyayê û qezaya Seyidsadiqê.
Biryar e ku MÎT raporteka berfireh li ser van pêşhatan û asta pabendbûna PKKê bi wê lihevkirinê amade bike û pêşkêşî Encûmena Ewlehiya Nîştimanî ya Tirkiyeyê bike.