Barcelona bi 4 golan Borussia Dortmund têk bir
Navenda Nûçeyan (K24) – Barcelonayê di gera yekem a çaryek-fînala Lîga Şampiyonan de serkeftineke mezin bi (4) golan li hember Borussia Dortmundê bidest xist.
Barcelonayê şeva borî di gera yekem a çaryek-fînala Lîga Şampiyonan de li yarîgeha Olîmpiyadê ya Montjuicê pêşwazî li Borussia Dortmundê kir û bi encama (4 – 0) biser ket.
Barcelona piştî (25) xulekan gola yekem bi rêya Rafinha re bipêş ket, piştre Robert Lewandowskî di xulekê (48 û 65) de du gol tomar kirin. Lamîne Yemal jî di xuleka (77) de gola çarem a Barcelonayê anî.
Bi vê encamê, Barcelonayê serkeftineke girîng bi dest xist û lingekî xwe xiste nîvfînalên Lîga Şampiyonan û li benda pêşbirka gera vegera dimîne.
Pêşbirka gera vegera di navbera her du tîman de, dê sêşema bê demjimêr 22:00 êvarê li Signal Iduna Park ya Borussia Dortmundê were lîstin.
Di pêşbirka din a heman qonaxa Lîga Şampiyonan de, Paris Saint-Germainê li meydana xwe bi encama (3 – 1) biser ket.