Serok Barzanî: Çanda pêkvejiyanê ji dilê civaka Kurdistanê dizê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hevpar a Perlemana Brîtanyayê û Perlemana Ewropayê dike.

Baregayê Barzanî îro (Duşem, 14.04.2025) di ragehandinekê de got, “Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya şandeke hevpar a Perlemana Brîtanyayê û Perlemana Ewropayê kir.”

Di wê ragehandinê de hatiye, “Şanda mêvan pesna wê tenahî û seqamgirî û pêşveçûnê kir, a ku li Herêma Kurdistanê di 30 salên borî de peyda bûye, û ecêbmana xwe jî ji bo hebûna pêkvejiyana olî û neteweyî li Kurdistanê diyar kir. Herwesa wê şandê di wê hevdîtinê de peyama dostînî û hevsozî û piştevaniya xwe jî ji bo doza rewa ya gelê Kurdistanê ji Serok Barzanî re tekez kir.”

Serok Barzanî jî ji aliyê xwe ve bi germî bixêrhatina şanda mêvan kir û kurtiyek ji dîroka nexweşî û karesatên ku bi serê gelê Kurdistanê hatine ji şanda mêvan re vegêra. Tevî amajedana bi pêşengî û pêşveçûnên di piroseya çareseriya Tirkiyeyê de peyda bûne, Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku madem derfeta aştiyê heye û deriyê çareseriya aştiyane vekirî ye, nabe çi aliyek penayê ji bo rêkarên şerkirinê bibe.

Serok Barzanî herwesa ronahî berda ser çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê û eşkere kir ku pêkvejiyan ji dilê civaka Kurdistanê dizê û çandeke xurt û dêrîn a gelê me ye.

Serok Barzanî herwesa spasiya welatên rojavayî û Amerîkayê jî kir ku, di tengaviyan de piştevanên gelê Kurdistanê û alîkar û piştevanên doza rewa ya gelê Kurdistanê bûne. Daxwaz jî kir ku welatên Ewropayê di warê çaksazî û avedankirin û çandin û perwerde û teknolojiya û zanistê de alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.

Di pareke din a wê hevdîtinê de, endamên şanda navbirî li ser rewşa siyasî ya deverê û doza Kurdan li Rojhilata Navîn û dîroka xebata gelê Kurdistanê û paşeroja Kurdan li deverê hejmareke pirsyaran arasteyî Serok Barzanî kir û Serok Barzanî jî bersiva têbînî û pirsyarên wan şandê da.

 

 
 
Fly Erbil Advertisment