Arsenal ji Real Madridê bir û ji Lîga Şampiyonan derxist
Navenda Nûçeyan (K24) – Arsenal di Lîga Şampiyonan a Ewropayê de bi ser mêvandara xwe Real Madrîd ket û ji vê pêşbirkê derxist.
Real Madrîd şeva borî di pêşbirka duyemîn a çaryek-fînalê de pêşwazî li tîma Arsenalê kir û bi encama (1 - 2) têk çû.
Bukayo Saka di xuleka (65) de gola yekem ji bo Arsenalê tomar kir. Vinicius Junior tenê xulekekê piştî gola Arsenalê gola wekheviyê anî. Lê gava ku lîstik ber bi dawiyê ve diçû, Merino gola duyemîn a Arsenalê tomar kir.
Arsenal bi giştî bi encama herdu lîstikên gera çûn û vegerê bi encama (5 – 1) biser ket û Real Madrîd a xwediya 15 nasnavan, ji vê pêşbirkê derxist.
Arsenal dê di nîv-fînala Lîga Şampiyonan de, rûbirûyî Paris Saint-Germain bibe, ku li ser hesabê Aston Villa gihîşt heman qonaxê.
Di yariya din a heman qonaxê de, Inter Mîlan bi encama (2- 2) bi Bayern Munich wekhev bû û bi encama (4 - 3) a herdu lîsikan biser ket û gihîşt nîv-fînalê.