Fransa: Em li ser piştevanîkirina Kurdan bo rûbirûbûna terorê berdewam dibin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Fransayê radigehîne, “Em her tim bi Kurdan re dimînin û bi hev re li ser rûbirûbûna terorê li deverê berdewam dibin.”

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot îro (Pêncşem, 24.04.2025) li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê li ser civînên xwe li Herêma Kurdistanê nivîsiye, “Fransa hertim piştevaniya Kurdan dike û bi wan re dimîne.”

Jean-Noel Barrot tekez jî kir, “Em bi hev re bi Kurdan re li ser rûbirûbûna terorê li deverê berdewam dibin.”

Navbirî li ser civînên xwe yên bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re got, “Ev 10 sal in ku welatê me bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re mil bi milê hev li ser rûbirûbûna DAIŞê li deverê berdewam in.”

Wezîrê Derve yê Fransayê tekez jî kir ku, divê maf û berjewendiyên Kurdan di Hikûmeta Tirkiyeyê de li ber çavan bên wergirtin.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot duhî (Çarşem, 23.04.2025) bi serdaneke fermî gehişt Hewlêrê û bi Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.