Serokwezîrê Silovakyayê yê berê: Pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê nimûneyeke bilind e

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Silovakyayê yê berê dibêje, “Herêma Kurdistanê nimûneyeke bilind a pêkvejiyanê ye û bi hebûna gelek olan dewlemend e.”
Serokwezîrê Silovakyayê yê berê Eduard Heger îro (Pêncşem, 24.04.2025) tevlî bernameya Basî Roj a K24ê bû û tê de ragehand, “Roja Nimêja Niştîmanî peyameke bihêz û mezin hebû, ya ku min li vê derê dît gelek cuda bû, Herêma Kurdistanê bi hebûna gelek olan dewlemend e û gelek olên cuda lê hene.”
Eduard Heger herwesa got, “Xelkê Herêma Kurdistanê gelek ji me xweşiktir rêzê li mirovan digire. Di vê serdana min a ji bo Hewlêrê de, ez fêrî gelek dersan bûm. Kombûna gelek olan a li Kurdistanê li cihên din ên cîhanê nayê dîtin.”
Serokwezîrê Silovakyayê yê berê amaje jî da, “Pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê nimûneyeke bilind e.”
Roja Nimêja Niştîmanî li Kurdistanê li jêr dirûşmê “Ber bi yekbûnê di baweriyê de” duhî (Çarşem, 23.04.2025) seet 8:00 ê sibehê, bi amadebûna Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmareke zêde ya berpirsên bilind û serkirdeyên Îraqê û Herêma Kurdistanê û cîhanê û perlemanterên welatan û nûnerên hikûmetan li Amerîka, Ewropa û Rojhilata Navîn, bi rê ve çû.