Zaxo: Awareyên kampa Çemmişko rûbirûyî kêmbûna dermanan bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Ev 13 sal in ku nexweşiyên dilî hene; Talan û du kurên xwe tûşî nexweşiyên lawazbûna dilî bûne. Ew di nav kampa Çemmişko de xwecih in, ji ber nebûna derman û pişkinînên pêdivî, ew zû bi zû serdana bingeha saxlemiyê ya di nav wê kampê de nakin, lewma ew serdana bingehên saxlemiyê yên di nav Zaxoyê de dikin.

Peyamnêrê me Mêvan Mecîd ligel kekê Tehsîn, ku yek ji kurên Talanê ye, serdana bingeha saxlemiyê ya di nav wê kampê de kir. Ew wekî her car bi destên vala û bêyî hebûna dermanên nexweşiya xwe vegeriya. Wî ji K24ê re got: “Hin derman hene, hin nînin. Hin caran hene, hin caran jî nînin. Yanî her car nînin û gelek kêm in.”

Bargiraniya awarebûnê li ser milên awareyan bi nebûna dermanên pêdivî di nav bingehên saxlemiyê de rewşa wan xirabtir kiriye û bargiraniyeka zêdetir li ser milên wan peyda kiriye. Bi vî rengî zext li ser bingehên saxlemiyê yên di nav bajarê Zaxoyê de jî peyda bûye.

Her ji dema vekirina kampan û heta niha, Hikûmeta Îraqê derman û pêdivîtiyên pizişkî yên bingehên saxlemiyê yên şeş kampan dabîn nake. Li beranberî wê yekê jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan derman û pêdivîtiyan ji pişka Zaxoyê dabîn dike.

Di nav bingehên saxlemiyê û nexweşxaneyên Zaxoyê de, bêyî hebûna cudahiyê û hestkirina bi awarebûnê, di 24 seetan de pêşwazî li awareyên di nav kampan de tê kirin ji bo wergirtina çareseriyan.