Urmiye: Li Selmasê lehî rabû û sê kesan jiyana xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Heyva Sor a Parêzgeha Urmiyê ragihand ku ji ber barana kurt û rabûna lehiyê li bajarê Selmasê, sê welatiyan jiyana xwe ji dest da û zirarên madî gehiştin bi dehan kesan.

Rêveberê Giştî yê Heyva Sor a Parêzgeha Urmiyê Hemîd Mehbûbî îro În, 23ê Cotmeha 2026ê, di daxuyaniyekê de bo ajansa "Irna"yê eşkere kir ku di encama lehiyê de keçeke 10 salî di nav otomobîlekê de ku avê dorpêç kiribû jiyana xwe ji dest da.

Hemîd Mehbûbî amaje jî da ku piştî derxistina wan ji aliyê tîmên hawarhatinê ve, termê wê keçikê radestî aliyên peywendîdar hat kirin, herweha du kesên din jî birîndar bûn û bi merema wergirtina çareseriyê bo navendên bijîşkî hatin veguhastin.

Navbirî amaje bi wê yekê jî kir ku lehî li gundên Şûrîk, Sîlab, Kaniyan, Şekeryazî û Mafî Kendî yên girêdayî bajarê Selmasê rabûye û bi sedema wê zirar gihişt 17 xaniyan, ku 78 welatiyên gundî di wan xaniyan de xwecih bûn.

Karesatên xwezayî yên wekî lehiyan û baranên xurt li deverên çiyayî û sînorî dema ku rûdidin, metirsiyeke mezin li ser jiyan û malê welatiyan çê dikin û pêdivî bi amadekariyên herî bilez heye.