Barcelona ji Real Madrîdê bir û Kupaya Şahê Spanyayê hilgirt
Navenda Nûçeyan (K24) – Barcelona di fînala Kupaya Şahê Spanyayê de biser Real Madrîdê ket û bo cara 32emîn vê pêşbirkê bidest xist.
Barcelona û Real Madrîd şeva borî li Stadyuma La Cartuja ya li Sevilleyê di fînala Kupaya Şahê Spanyayê de rûbirûyî hev bûn û bi Barcelona encama (3 - 2) biser ket û Kupaya Spanyayê hilgirt.
Tîma Barcelona piştî (28) xulekên maçê bi rêya stêrka xwe Pedrî gola yekem vekir.
Real Madrîd di nîvê duyem de, bi du golên li pey hev ji aliyê Kylian Mbappe û Aurelien Tchouameni, di xulekên (70 û 77) de, bersiv da.
Lîstikvanê Barcelona Ferran Torres di dawiya maçê de, di xuleka (84) gola wekheviyê tomar kir û Barcelona ji têkçûnê rizgar kir.
Di dema zêdekirî ya maçê de, parêzvanê Fransî Jules Kounde di xuleka (11) gola serkeftinê ya “zêrîn” ji Barcelonayê re anî.
Bi vê serkeftinê, Barcelon di dîrokê de bo cara 32emîn Kupaya Şahê Spanyayê bilind dike û rekora xwe zêde kir û bi heşt nasnavan li pêş Athletic Bilbaoyê ket.
Real Madrîd bi 20 nasnavan di rêza sêyemîn de cih digire û cîranê wê Atletico Madrîd jî bi 10 nasnavan di rêza çaremîn de ye.