Hevseroka DEM Partiyê: Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Qamişlo, proseya aştyê têk nade

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka DEM Partiyê ragihand, ew Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Qamişlo, proseya aştiyê ya li Tirkiyeyê têk nade. Berûvajî wê, piştevaniya proseya aşitiyê dike.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullarî bersiv da daxuyaniya Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ya derbarî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî û da xuyakirin, Konferans di xizmeta gelên Sûriyeyê de ye, berûvajî têkdanê, ew ji bo banga Abdullah Ocalan piştevaniyeke baş e. 

Hatîmogullarî herwiha got, ew wek DEM Partî ji bo birêveçûna proseyê hestiyar tevdigerin û piştevanî didin proseyê ku bi destpêşxêriya Devlet Bahçelî dest pê kiriye. 

Hevseroka DEM Partiyê bang li desthilatê kir jî, gavên giring û bilez bavêje ta ku prose zûtir bigihe encamê. 

Bi beşdariya nêzîkî 50 partiyên siyasî yên Kurd û saziyên civaka sivîl yên Rojavayê Kurdistanê, roja 26ê Nîsana 2025an Konferansa Yekhelwesta Kurd li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.

Di daxuyaniya dawî ya konfernasê de jî hat gotin: “Beşdarên konferansê ‘dîtina hevbeş a Kurd’ wekî belgeyeke bingehîn pejirandin. Ev dîtin îradeya kolektîf a Kurdan nîşan dide û rêyek rastîn ji bo çareseriyeke dadperwer û berfireh a pirsgirêka Kurd di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de pêşniyar dike.

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî got, Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Qamişlo ji xaliyê PYD û ENKSê û bi piştevaniya Amerîka û Fransayê hatiye lidarxistin. Bahçelî got, di konferansê de behsa federaliyê hatiye kirin, sîstema merkezî ya Sûriyeyê bûye mijara nîqaşan. Herwiha got, konferans bênpêkirina rêkeftina di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera de ye. 

 

 
Fly Erbil Advertisment