Dîndar Zêbarî: 40 hezar û 767 karker hatine dabînkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî eşkere dike, “Tenê di sala 2024ê de, hejmara karkerên dabînkirî gehiştiye 40 hezar û 767 karkeran. Bi awayekî giştî ji piştî destpêkirina karî ya Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha, 193 hezar û 768 karkerên biyanî û xwemalî û 22 hezar û 874 piroje hatine dabînkirin.”
Nivîsîngeha Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 01.05.2025) ragehandinek li ser rewşa karkeran li Herêma Kurdistanê parve kir. Li dû wê ragehandinê, di pilana Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo mafên mirovan (2021-2025), giringiyeke zêde bi rewşa karkeran û parastina mafên wan hatiye dan û gelek ji raspardeyên navdewletî hatine bicihanîn.
Li dû raporta danberheviyê ya pilana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mafên mirovan, bicihanîna raspardeyên warê mafê karkirinê û gerentiya civakî, ku pareke mafên aborî û civakî û çandî ye, li sala 2022ê bi rêjeya 42.9% raspardeyan pêşkeftin dîtiye û li sala 2023ê bi rêjeya 14.3% hatiye bicihanîn. Bi vî rengî jî, bicihanîna raspardeyên mafê karkirinê û gerentiya civakî di piroseya bicihanîna wê pilanê de bi rêjeya zêdetirî 75% kar li ser hatiye kirin.
Wê raportê di derheqa kar û rewşa karkeran de gotiye, “Tenê di sala 2024ê de, hejmara karkerên dabînkirî gehiştiye 40 hezar û 767 karkeran. Bi awayekî giştî ji piştî destpêkirina karî ya Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha, 193 hezar û 768 karkerên biyanî û xwemalî û 22 hezar û 874 piroje hatine dabînkirin û 958 karker piştî destpêkirina karî li pirojeyên kertê taybet xanenişîn bûne û her meh mûçeyên xwe werdigirin.”
Di derheqa peydakirina derfetên karî de jî di wê raportê de hatiye, “Bi rêya weberhênanê zêdetirî 130 hezar û bi rêya pirojeyên pîşesazî jî 15 hezar derfetên karî hatine dabînkirin û 9 hezar û 500 ciwanan feyde ji qerzên biçûk ên ciwana wergirtiye.”
Raporta jêgotî di derheqa damezrandinê de jî amaje daye, “Li dû raspaerdeyên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di sala borî de 38 hezar mamosta wekî girêbest hatine damezrandin. Ji aliyekî din ve jî, 9 hezar û 718 kesan feyde ji rahênanên pîşeyî wergirtiye, herwesa hezar û 407 sizadayîyan li çaksaziyan feyde ji wan korsên pîşeyî wergirtiye yên ku ji wan re hatine vekirin.”