Bazirganek û bikarînerekî madeyên hişber li Dihokê hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Asayîşa Dihokê di operasyonekê de bazirganek madeyên hişber di dema tawana wî de desteser kir.
Ew tawanbarê hatiye desteserkirin itîraf kiriye ku, kirîn û firotin bi madeyên hişber kiriye û ew made firotine kur û keçên Dihokê. Di wê dema ku ew tê de hat desteserkirin jî, ew mijûlî firotina madeyên hişber bû. Wî ji K24ê re behs kir ka çawa çûye nav bazara madeyên hişber.
Tawanbar behsa wê yekê dike ka çawa hat desteserkirin û dibêje, “Min daxwaz ji hevalekî Akreyî kiribû ku wî madeyî bîne Dihokê. Hevalekî tilefona min kir û got: Ez dê kesekê xwe bişînim cem te ji bo ku tu wî madeyî bidî wî. Paşî ew kes hat cem min bes hema ez ji xanî derkeftim û rasterast ez ji aliyê Asayîşê ve hatim desteserkirin.”
Tawanbarê jêgotî herwesa dibêje, “Dawiya wê bazirganiyê û wî karî her desteserkirin e, kes nikare ji destê Asayîşê rizgar bibe.”
Di dema salekê de, ji aliyê Birêveberiya Berhingarbûna Madeyên Hişber a Dihokê ve, 204 kes hatine desteserkirin, ku 40% bazirgan û 60% bikarîner bûne. Herwesa di nav wan de, bandeke navdewletî û 10 zarok û sê jin jî hebûne ku du ji wan bazirgan bûne.