Ehmed Turk: Biryara xwehilweşandinê hat, divê gav ji aliyên din ve bên avêtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Şanda Îmraliyê û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Ehmed Turk, derbarê biryara xwehilweşandinê ya PKK'ê de got, piştî vê biryarê hin gavên din hene ku divê bên avêtin. Turk herwiha ragihand, eger şert û mercên guncayî çêbibin, di pêşerojê de serdana Îmraliyê jî dikare pêk were.

Ehmed Turk ji ajansa “ANKA” re axivî û derbarê biryara xwehilweşandinê ya PKK'ê de got: “Helbet biryareke ku em li bendê bûn. Berê birêz Ocalan di vê mijarê de daxuyanî dabû. Me texmîn dikir û me dizanî ku rêxistin dê guh bide vê banga Ocalan. Bila bi xêr be. Tiştê girîng demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Çareseriya pirsgirêkan di Komareke demokratîk de ye.”

Turk da zanîn, hin erk û berpirsiyarî dikevin ser milê Meclîsa Tirkiyeyê (TBMM) û got, ya giring ew e ku li Meclîsê komîsyoneke ku hemû partiyên siyasî tê de cih bigirin, bê avakirin.

Li ser pirsa ku piştî vê qonaxê di pratîkê de çi gavên pêşketinê tên payîn, Ehmed Turk wiha bersivand: “Em ê di demê de bibînin. Helbet hin hêvî û bendewarî hene. Ji bo paşeroja Komareke demokratîk û Tirkiyeyeke demokratîk hin gav hene ku divê bên avêtin. Ev bendewariyek e. Ev ne mijara danûstandinê ne, lê belê mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê û hembêzkirina welatiyên xwe ji aliyê Tirkiyeyê ve ye.”

Derbarê egera serdaneke nû ya Îmraliyê de, Turk got: “Em nizanin. Eger di demê de ew şert û merc bên afirandin, helbet serdan dikare bê kirin.”

 
 
Fly Erbil Advertisment