Şandeke Herêma Kurdistanê tevlî Konferansa Yekîtiya Demokratên Cîhanê dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser vexwendina fermî ya Serokwezîrê berê yê Kanadayê, şandeke Herêma Kurdistanê bi nûnerîtiya Serok Barzanî tevlî Konferansa Yekîtiya Demokratên Cîhanê dibe.

Endamê Kemteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hemin Hewramî îro (Pêncşem, 15ê Gulana 2025ê) got, “Li ser vexwendina fermî ya Serokwezîrê berê yê Kanadayê û Serokê Yekîtiya Demokratên Cîhanê Stephen Harper û bi nûnerîtiya Serok Barzanî, em tevlî Konferansa 2025ê ya Partiyên Demokrat li Brûkselê bûn.”

Wî endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) amaje jî da, “Di hevdîtina xwe ya li gel Stephen Harper de, me silavên taybet ên Serok Barzani gihandin wî û daxwaza serkeftinê di konferansê de jê re kir.”

Konferansa Yekîtiya Demokratên Cîhanê îsal bi tevlîbûna hejmareke mezin a partiyên demokratîk ên cîhanê bi rê ve çû û gelek panel, axaftin û çavpêkeftin hatin lidarxistin.

 
Fly Erbil Advertisment