Sûriye dixwaze “pereyên nû” li Îmarat û Almanyayê çap bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî agahiyên ku sê jêderan dane ajansa “Reuters”, Sûriye plan dike ku pereyên xwe yên nû li Îmarat û Almanyayê çap bike, li şûna Rûsyayê.
Weke nîşaneke din a kûrbûna têkiliyên di navbera Sûriye û Îmaratê de, Şamê roja Pêncşemê peymaneke destpêkê bi nirxê 800 milyon dolarî bi kompaniya Îmaratî "DP World" re ji bo pêşxistina bendera Tertûsê îmze kiribû. Ev yekem peymana bi vî rengî ye piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê ragihandibû, ewê sizayên Amerîkî ji ser Sûriyeyê hatine rakirin.
Rayedarên Sûrî di destpêka îsal de dest bi lêkolînê kiribûn ji bo îmkana çapkirina pereyan li Almanya û Îmaratê. Piştî ku Yekîtiya Ewropayê di meha Sibatê de hin sizayên li ser Şamê rakirin, ev hewldan zêdetir lez girtin.
Di dîzayna nû ya pereyan de, wêneyê Serokê berê Beşar Esed dê ji ser yek ji pereyên Lîreya Sûrî yê bi rengê binefşî ku hîn jî di bazaran de tê bikaranîn, were rakirin.
Du çavkaniyên darayî yên Sûrî ragihandin, rayedarên Sûrî bi kompaniyeke Îmaratî re di danûstandinên pêşketî de ne ji bo peymana çapkirina pereyan, ku Parêzgarê Banka Navendî ya Sûriyeyê û Wezîrê Darayî di serdana xwe ya Îmaratê de ya di destpêka vê mehê de serdana vê kompanyayê kiribûn.
Rêveberên nû yên Sûriyê hewl didin ku bi lez aboriya xwe ya hilweşiyayî piştî şerekî 13 salan xurt bikin. Di demên dawî de, ji ber kêmbûna pereyên kaxezî, ew rastî astengiyên zêdetir hatibûn.