Davutoglu ji Kurdistan24ê re: Divê PKK bê şert û merc çekan dane

Ahmet Davutoglu
Ahmet Davutoglu

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Partiya Paşerojê ya Tirkiyeyê dibêje, “Divê PKK biryara xwe di zûtirîn dem de bi cih bîne û bê şert û merc çekan dane.”

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu îro (Yekşem, 18ê Gulana 2025ê) taybet ji Kurdistan24ê re got, “Bi hilweşandina PKKê re, têkiliyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de dê bikevin qonaxeke nû.”

Ahmet Davutoglu amaje jî da, “Biryara hilweşandina PKKê girîng e û divê di zûtirîn dem de bê bicîhanîn.” Herwesa got, “Divê PKK bê şert û merc çekan dane.”

Navbirî herwesa got, “Berpirsên Herêma Kurdistanê di derheqa wê pêvajoyê de peyameke erênî parve kir û ez hêvî dikim ku ew li ser vê yekê berdewam bin.”

Serokê Partiya Paşerojê tekez jî kir, “Dostaniya Kurd û Tirkan dê her û her bidome, nabe bi çi awayekî têkiliyên Tirk û Kurdan xirab bibin, Kurd dostên dêrîn ên Tirkiyeyê ne.”

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li roja Duşemê (12.05.2025) di ragehandinekê de encamê kongireya xwe ya 12ê parve kir û ragehand, “Li ber ronahiya banga Ocalan, PKKê biryara helweşandina heykelê xwe yê rêkxistinî da, herwesa biryar da ku têkoşîna çekdarî û hemî çalakiyên ku li ser navê wê tên kirin bên bidawîanîn.”

 
Fly Erbil Advertisment